Caffeine yên Jîr û Tirral Cuda Dike
Bi Google Caffeine êdî dewraneke nû ya Google dest pê dike.
Navbera malpersazên jîr û yên tiral jî belî dibe. Malperên ku neheq di encaman de derdiketin pêþ û malperên ku neheq di encaman de dernediketin dê bigihêjin heqê xwe. Êdî ew dê muameleyên cuda bibînin. Google dê lezgîniya we jî gelekê pêþdetir bibe.
Dê çawa jîr û tirral ji hev veqetin?
Bi vê motora nû dê malperên rojane (ku her roj naverokan diweþîne) û yên ne rojane ji hev veqetin. Malperên rojane, heftane, mehane dê çêtir bên belîkirin. Her wisa malperên ku naveroka wan naþube naveroka malperên din jî dê cihekî girîng bigirin. Her wisa wekî em dizanin, di çavên Google de pir girîng e ku çend kesan lînk daye malpera te. Hin kesên ku vê yekê dizanin, bi pereyan di malperan de lînk didin malpera xwe. Google Caffeine di vî warî de jî xwe nû dike û lînkên bi pere ji yên din nas dike. Lînkên firotinê dê bêqîmet bibin.
Di vê dewrana nû de, kesên xwedî gelek malper û bi awayekî profesyonel bi malperên xwe re têkildar dibe û pir pereyan ji reklaman qezenc dikin dê bi qasî blogên ku gotarên nû û serbixwe dinivîsin, dernekevin pêþ. Yanî xwediyê blogên ku gotarên nû, naverokên cuda dê pirtir qezenc bikin.
Google Caffeine dê gotarên xweser, ku naveroka wê li derek din nehatiye we?andin pirtir binirxîne, qîmet bidê. Bi vî rengî nirxê gotarên xweser dê pirtir bibe.
Ji ber ku dê lînkên firotî jî bêne naskirin, kesên ku bi rastî der barê SEO de agahiyeke berfireh nizanin jî bi saya naverokên nû, xwerû û xweser derkevin pêþ.
Google Caffeine niha bi tevahî neketiye dewreyê. Hin parçeyên wê niha ketine dewreyê. Piþtî ku kete meriyetê, dê nirxandinên çêtir li ser wê bêne weþandin.
Ji bo ceribandina Google Caffeine, li aliyê rastê yê jêrîn biþkojka Caffeine'ê Biceribîne bitikîne.
Pirsgirêkên We
Ji vê mijarê re 2 peyam hat(in) þandin.
Di lêgerînên Google de dixwazim malpera min bibe yekemîn, gelo ji bo vê divê çi bikim? Divê kodan bizanim an divê pîvanên Google bizanim?
··· 09/10/2009 22:19
Caffeine.info.tr
Mijarên divê tu bixwînî
Birêz Dara, ji kerema xwe re mijarên der barê SEO, Pagerank û Deste'yan de bixwîne. Ev mijar bi kurdî li vir dê bêne weþandin, lê heta wê demê tu dikarî bi zimanekî din jî peyda bikî û bixwînî.
··· 15/10/2009 16:36
Google Caffeine çi ye?
Endezyarên Google dan xuyakirin ku wan motoreke lêgerînê çêkiriye ku lezgîntir e.
Hûta înternetê Google, da xuyakirin ku endezyarên wê li ser motoreke lêgerînê ya nû dixebitin, ku navê wê "Caffeine" (kafeîn) e. Hate ragihandin ku ev motora nû lezgîntir e.
Peyam di blog a fermî ya Google de, li ser navê endezyar Sitaram Iyer û Matt Cutts hate we?andin. Di peyamê de hate gotin ku endazyarên Google bi mehan e li ser projeyeke nepenî (veþartî) dixebitin. Armanca wan ew e ku motoreke lêgerînê ya nifþê nû çêkin. Di peyamê de hate destnîþankirin ku bi vê projeyê dê di lêgerînê de encamên çêtir û rastir derkevin û dê leza derketina encaman jî zûtir be.
Bi vî rengî kesên ku vê motora nû bi kar bînin, dê zûtir bigihîjin agahiyê. Bikarhênerên înternetê niha dê bikaribin ji navnîþana www2.sandbox.google.com pêþketina xebatê biþopînin, motora lêgerînê ya nû biceribînin û encamên wê bi encamên Google re bidin berhev.
Ji aliyê dîtbarî ve di navbera rûpela Google ya orjînal û rûpela vê motora lêgerînê ya nû de cudahiyek tune. Rêveberiya Google dide xuyakirin ku tekane armanca wan ew e ku "Caffeine" ji motora lêgerînê ya nû lezgîntir bixebite.
Pirsgirêkên We
Ji vê mijarê re 3 peyam hat(in) þandin.
Heta niha dema ez li hinek gotinan digeriyam, malpera min di rûpela yekem de derdiket, lê niha ketiye rûpela duyem, gelo bi vê re têkildar e? Heke wisa be divê çi bikim?
··· 16/09/2009 23:29
Gelek malper ji rewþa malperên taybet derketin. Gelo di warê malperên taybet û PR de guhertin çêdibe? Min bihîst ku ev amadehî dê 10 rojan bidome, gelo rast e? Di sala 2010'an de Google di vî warî de dê çi xebatan bike?
··· 17/09/2009 01:13
caffeine.info.tr
Bersiv: Guherîn
Di warê encamdanê de gelek guhartin çêdibin. Êdî encam dê pirtir zelal bin. Danasînek ku we bi dest nekiriye jî dikare di encamê de der barê malpera we de derkeve. Mînak, te malpera xwe wekî "Firotina alavên komputerê" dabe naskirin, di encamê de dikare danasînek wiha jî pê re derkeve: "Firotina amûrên çandiniyê jî dike." Yanî kesên malpera te kontrol dikin, ji bilî te jî hin danasînan dikin. Ev tiþtekî nû ye. Der barê Google Page Rank û SEO de jî dokumanên nû dê li vir bi kurdî bêne weþandin.
··· 03/10/2009 21:39
Google Diguhere
Pi?tî ku Google'ê rojanekirina xwe ya "Caffeine"ê ragihand, bala bikarhênerên cîhanê çû ser Google'a ku jixwe cîhana lêgerînê xistiye destê xwe. Google gelek guherînan pêk tîne.
Rojanekirina ku wekî "Google Caffeine" tê binavkirin lêgerîna motorê lêgerînê ya google lezgîntir dike. Her wisa bi vê rojanekirinê re kapasîteya rûpelkirinê jî pê?ve diçe. Xala girîngtir jî ew e ku di encama lêgerînê de nirxandina rêzkirina malperan (the value of search engine rankings) diguhere.
Pirsgirêk di vê mijarê de çi bû? Google her çiqas motoreke lêgerînê ya serkeftî bû jî, di encama lêgerînê de, di rêzkirina malperan de nirxandina google (SEO) mijarek gelekî girîng bû. Li cîhanê bû sedema ku pisporiya SEO derkeve holê. Yanî ji bo malpera te di encama lêgerîna Google de li pê?iya malperên din derkeve, diviya te gelek ti?t bikira. Lê ku malpera yekî din ji malpera te ne çêtir bûya û dîsa jî malpera wî di encama lêgerînê de di pê?iya malpera te de bixuya!? Ev pirsgirêkek mezin bû. Ji bo wisa nebe malpersazan (çêkerên malperan) xwe di warê SEO de pê?ve birin, pisporiya SEO derket holê. Lê xala herî girîng nirxandina Google bixwe bû. Heke Google bixwe nirxandinek ba? neke, tu çi jî bikî dê malperek neba? bikaribe di pê?iya malpera te de xuya bike.
Google di warê rêzkirineke bi kalîte de pir ba? bû. Lê wisa xuya dike ku dê Google Caffeine bi guherînên nû çêtir be.
Google ji bo vê yekê di rûpela www2.sandbox.google.com de hi?tiye ku mirov ceribandinan bike. Her wisa mirov dikare encama wir û ya rûpela orjînal a Google dayne berhev, bê ka cudahiya navbera herduyan çi ye.
Berî her ti?tî Google Caffeine zûtir encamê dide. Lê ev zûtirîn ne ferqeke mezin e, ferqek hindik e. Dema mirov di herdu rûpelan de li heman gotinê bigere jî, mirov dê guherîna lîsteya encamê bibîne. Malperek ku di rûpel orjînal de li pê? xuya dike, di encama lêgerîne Google Caffeine'ê de dikare here pa?. An jî dikare berevajî vê yekê be. Ev jî nî?aneya guherîna nirxandina Google ye.
Bi van guherînan re dê xebateke nû ya SEO ji bo Google dest pê bike. Ev yek dê bandorê li ser reklamên Google jî bike. Jixwe algorîtmaya google raz e (nayê zanîn), ji ber vê der barê SEO de dê gelek pirs bêne pirsîn.
Mirov niha dikare di rûpela www2.sandbox.google.com de ceribandina Google Caffeine'ê bike.
Pirsgirêkên We
Ji vê mijarê re 5 peyam hat(in) þandin.
Cafer Amedî
Pirsgirêka reklam û ziman
Malpera min kurdî ye, ez dixwazim reklaman bistînim ji Google. Lê dibêje ziman hilbijêre, di lîsteya zimanan de kurdî tune, ez ê çawa reklaman bistînim?
··· 02/10/2009 19:10
caffeine.info.tr
Bersiv: Pirsgirêka Reklam û Ziman
Der barê zimanê kurdî de daxwazeke berbiçav heta niha nehatiye kirin, ku Google pêdiviyê bibîne di vî warî de xebatekê bike. Heke malperên kurd û kurdî di vî warî de daxwaziyeke berbiçav bikin, helbet dê were nirxandin.
··· 03/10/2009 21:44
Ali Gurdili
ériþé malperé dikin U wirus berdidin malpera me...
Ev du car in ku ériþén malpera me dikin u wirusan berdidin malperé. Gelo réyek tu ku em ré li ber éeriþéen bi vi rengi bigrin.??? Bernameyek, anti-wirusek u hwd..???
··· 13/10/2009 20:35
Caffeine.info.tr
Navê malpera te û navê virusa te
Birêz Ali Gurdili, ji kerema xwe re navê malpera xwe û virusa ku davêjin malpera te binivîse. Ji bo virus û iframe nekevin malperên we divê Antivirus li ser PÊÞKÊÞKER (server) hebin. Lê ew ne bes e. Divê li ser komputera we jî hebe. Ji bo virus û iframe yên ku dikevin malperan, anti-viruseke baþ Avast e. Tu dikarî ji malpera avast.com ji bo salekê belaþ daxî. Dema te pirsên me bersivandin, em ê agahiyên bêhtir bidin te.
··· 14/10/2009 19:26
Ali Gurdilî
Felsefevan.com
Malper hate pakij kirin û sererast bû.Lê dîsa jî spasdar im bo bersiva we.Esed li cem min hebû, lê ez ê Avastê ji daxim ser computura xwe...
··· 16/10/2009 20:19
Mafê Telîfê VA CMS [caffeine] v1.0.1 © 2007 - 2009
Translation for Kurdish: By
Amîda Kurd | Design by
VACMS